Rastak bi albuma xwe balê dikişîne: ‘Çîrokên…
Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya navdar Rastakê albuma xwe ya nû “Tales of Earth and Sun / Çîrokên Cîhan û Rojê” weşand û bala hezkiriyên muzîkê kişand ser xwe.
Koma muzîkê ya navdar a Îran û Rojhilatê Kurdistanê Rastak, bi albuma xwe ya nû ya bi navê “Tales of Earth and Sun / Çîrokên Cîhan û Rojê” vegeriya qada muzîkê.
Albuma ku 22yê Sibatê hat weşandin, 6 stranên ku ji herêmên cuda yên Îran û Efxanistanê hatine berhevkirin, li xwe digire.
Rastakê li ser albuma “Tales of Earth and Sun / Çîrokên Cîhan û Rojê” ji Rûdawê re got:
“Album di serî de Kurdistan, Loristan, Belûçistan, Hurmuzgan, Kirmaşan û Efxanistanê çend herêmên cuda yên çandî dihewîne.
Çîrokên Cîhan û Rojê geştek e di dilê muzîka gelêrî de, 6 parçeyan tîne ba hev ku ji kevneşopiyên muzîkê yên dewlemend ên Kurdistan, Loristan, Belûçistan, Hurmuzgan, Kirmaşan û strana evînê ya ji dil a ji Efxanistanê îlham girtiye.
Her parçe ruhê cihekî bi xwe re tîne, çîrokên kêfê, têkoşînê û bibîranînên ku nifşan bi hev ve girê didin, vedibêje.
Sernavê albumê vê têkiliya kûr a di navbera Cîhanê ku rehên me digire û Rojê ku jiyanê dide me, nîşan dide.”
Rastakê her wiha anî ziman.
“Ji berxwedana Kurdistanê bigire heta şahiyên Loristanê, kûrahiya bi ruh a muzîka Belûçî heta enerjiya geş a Hurmuzganê û melodiyên bi coş ên Efxanistanê.
Ev album rêzgirtinek e ji bo çandên ku muzîka xwe di demeke dirêj de hilgirtine.
Wekî her tim, em hewl didin ku van kevneşopiyan bi dengekî nû vejînin, bi rastiya wan re sadiq bimînin û di heman demê de wan nû bikin.”
Lîsteya parçeyan
1. Havar Havar (Hurmuzgan)
2. Dora Dora (Loristan)
3. Aman Hey Aman (Kurdistan)
4. Zim Zim (Efxanistan)
5. Halo Halo (Belûçistan)
6. Azadî (Kirmaşan)
Endamên komê
– Siroos Sepehrî – Derhênerê Hunerî, Tar
– Behzad Muradî – Solîst, Perkusyon
– Ferzad Muradî – Solîst, Tembûr, Sêtar
– Dîna Dostî – Kemençe
– Ekber Îsmailîpûr – Ûda Elektrîkî ya Bas
– Mecîd Postî – Perkusyon, Deng
– Seher Reşîdî – Qanûn
– Behzad Purnaxî – Menajerê Komê
Tomarkirin
– Mîks û Masterîng: Omer Avci
– Endazyarên Tomarkirinê: Mecîd Postî (Studyoya Rastakê), Selîm Aydin (Studyoya Nordicê), Ozan Demîr (Studyoya Odesê)
– Huner û Dîzayn: Roşenek Rûzbehanî
Rastak
Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.
Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.
Albuma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.
Sala 2010an albumeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.
Piştre albumên xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.
Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye, Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.
Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî konser dane.