Çand û Huner

Îhtimala ku 2024 YR4 li dinyayê bikeve ji sedî…

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî Ajansa Feza û Hewavaniyê ya Amerîkayê (NASA) asteroîdeke nû ya ku navê wê 2024 YR4 e hatiye keşifkirin û îhtimala ku di nava 8 salan de li dinyayê bikeve ji sedî 1,33 e.

Li gorî nûçeya ABC Newsê, Navenda Lêkolînên Heyberên Nêzîkî Erdê ya NASAyê di analîzên xwe de îhtimala ku ew heybera asmanî ya ku sala borî hat keşifkirin 22yê Kanûna Pêşîn a 2032yan li cîhanê bikeve vekolaye.

Her çi qasî îhtîmala ku 2024 YR4 dê di nav 8 salan de li dinyayê bikeve kêm xuya bike jî (ji sedî 1,33) ev heta niha yek ji îhtimalên herî zêde ye.

Ev objeya asmanî ya bi navê 2024 YR4 cara ewil 27ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê teleskopa Río Hurtado a li Şîliyê ve hatiye dîtin û tê texmînkirin ku firehiya wê di navbera 40 û 100 metreyî de ye.

Li hêla din, asmannas texmîn dikin ku 2024 YR4 dê nebe sedema wêraniyeke mezin lê eger bikeve dê tenê li herêmeke bi qasî 50 kîlometre çarçikan bibe sedeme xisarê.

Di nav deverên ku ew heybera ezmanî dikare lê bikeve de Pasîfîka rojhilat, bakurê Amerîkaya Başûr, Afrîka û Başûrê Asyayê hene.

Hat ragihandin ku ajansên fezayê yên navneteweyî dê 2024 YR4ê bişopînin û dê hewl bidin rêya wê biguherin da ku li cîhanê nekeve.



Source link