Spor

Alîgirên Amedsporê: Çima em nikarin pankartên bi…

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa Alîgirên Amedsporê ji ber Birêvebiriya Şaxa Werzişê rê nedaye ku pankarta bi Kurdî bê daleqandin nerazîbûn nîşan da.

Grûpa Alîgirên Amedsporê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Grûpê amaje bi wê yekê da ku wan nêzikî hefteyek berê wan bi awayekî fermî serî li Birêvebiriya Şaxa Werzişê daye lê pankarta bi Kurdî beyî ku ti sedem hebe hatiye qedexekirin.

Grûpê got, “Li stadyûmên din pankartên bi Îngîlîzî, Erebî û heta Fransî tên daleqandin lê çima qedexe ye ku em bi zimanê xwe li stadyûma xwe pankarta bi Kurdî daleqînin?”

Grûpê biryar wekî “Helwêsteke kêfî” bi nav kir û xwest ku biryar careke din bê nirxandin û ji bo pankarta Kurdî rê bê dayîn.

Di pankarta ku hatiye qedexekirin de nivîsa “Ew dê te tune bihesîbînin lê tu dê her wext hebî” hatiye nivîsandin.

Amedspor û Sakaryaspor îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê saet 16:00an tên pêşberî hev û dê pankart li stadyûmê bihata daleqandin.



Source link