Çand û Huner

Jan Axîn dê li Stenbolê konserekê bide

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Jan Axîn dê li semta Taksîmê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê konserekê bide.

Konsera hunermendê Kurd Jan Axîn dê roja şemiyê 10ê Gulanê saet 21:00an li Cafeya Arsen Lupen Taksîmê were lidarxistin.

Konser ji aliyê platforma Chalak Eventsê ve tê organîzekirin.

Jan Axîn kî ye?

Jan Axîn sala 1973yan li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ji zarokatiya xwe ve eleqeya wî bi muzîkê re hebûye û gava xwe ya ewil a muzîkê bi fêrbûna tembûrê dest pê kiriye.

Jan Axîn albuma xwe ya ewil “Bajar” sala 2001ê, ya duyem “Evînên Şikestî” sala 2005an û albuma xwe ya dawî “Zerîba” jî sala 2018an weşand.

Jan Axîn stranên bi şêwaza rockê dibêje û Koma Wetanê jî di nav de, ji muzîka klasîk a Kurdî ji Miradê Kinê, Mihemed Arifê Cizrawî, Tehsîn Taha, Meyrem Xan, Mihemed Şêxo û Eyşe Şanê bandor standiye.

Ji muzîka cîhanê jî ji kom û muzîsyenên wekî Pink Floyd, Leonard Cohen, Guns’n Roses, Gary Moore, Nirvana û Bon Jovi bandor standiye.

Jan Axîn bi muzîka xwe çand û edebiyata Kurdî bi şêweyekî modern nîşan dide û hêmanên kevneşopî û hevdem tîne cem hev.

Ew helbestên Kurdî û cîhanê kirine stran.



Source link