
CPT: Êrişên Tirkiyeyê ji sedî 78 zêde bûne
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku ragihand ku êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê ji sedî 78 zêde bûne.
Nûnertiya Rêxistina Tîmên Aştiyê ya Civakî (CPT) ya Herêma Kurdistanê rapora xwe ya derbarê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên di meha nîsanê de yên li Başûrê Kurdistanê belav kir.
Di raporê de hat ragihand ku li gorî meha adarê, êrişên artêşa Tirkiyeyên ên di meha nîsanê de ji sedî 78 zêde bûne.
Li gorî raporê Nîsana 2025an, 210 caran bombebaran û êriş li Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Ji sedan 92yê êrişan li ser parêzgeha Dihokê bûne.
Beriya niha jî CPTyê di rapora xwe de gortibû her sê mehên destpêka Tirkiyeyê 404 êriş û bombebaran li Herêma Kurdistanê kirine û ji ber wan êrişan 2 kesên sivîl canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.
Divê were gorin ku tevî êriş û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên berdwam, PKKyê ragihand ku ragihand kongreya xwe ya 12emîn 5-7ê Gulanê li dar xistiye.