Çand û Huner

Koma Kamkaran dê li Hewlêrê konserekê bide

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Kamkaran ku yek ji komên muzîkê yên herî navdar ên Kurdî ye dê 23yê Gulanê li Hewlêrê derkeve ser dikê.

Rêkxerê konserê Elî Husên diyar kir ku wan Koma Kamkaran vexwendiye Hewlêrê û dê di çalakiyê de gelek berheman pêşkêş bike.

Husên da zanîn ku konser dê 23yê Gulanê were lidarxistin û hezkiriyên komê dikarin werin konserê guhdarî bikin.

Koma Kamkaran ku sala 1965an bi pêşengiya Hesen Kamkar li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin, komeke muzîkê ya malbatî ye û ji 7 xwişk û birayan pêk tê.

Komê heta niha li gelek welatan konser dane.

Kamkaran sala 2003yan di merasîma Xelata Aştiyê ya Nobelê ya ji bo parêzerê Îranî Şîrîn Ebadî de derket ser dikê.

Kom bi yekkirina muzîka kevneşopî ya Kurdî û şîroveyên nûjen tê naskirin.

Koma Kamkaran bi hunermendên Kurd ên girîng wekî Şehram Nazerî û Ednan Kerîm re jî kar û xebat kirine.



Source link