
Nerîman Behrem: Li Kurdistanê derfeta kar herî…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rêxistina Grafîkê ya Kurdistanê Nerîman Behrem da zanîn ku li Kurdistanê derfeta kar herî zêde ji bo grafîk dîzayneran heye.
Nerîman Behrem beşdarî bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû qala rêxistina xwe kir.
Wî diyar kir Rêxistina Grafîkê ya Kurdistanê sala 2024an hatiye avakirin û girîngiyê bi bipêşxistina grafîk dîzaynerên Kurdistanê dide.
Nerîman got ku ew li Îraq û Herêma Kurdistanê di warê dîzayna grafîkan de rêxistina yekem in.
Li gorî agahiyên ku wî dane, ji bo wan kesên ku şahrezayên dîzaynkirina di grafîkan in li Kurdistanê derfeteke zêde ya karkirinê heye.
Serokê Rêxistina Grafîkê ya Kurdistanê amaje bi karê grafîk dîzaynerên Rûdawê jî kir û got ku ew bi awayekî profesyonel dixebitin.
Nerîman Behrem daxuyand ku wan heta niha endam wernegirtine lê plana wan heye ku di paşerojê de endaman wergirin.
Rêxistina Grafîkê ya Kurdistanê hinek grafîk dîzaynerên Rûdawê xelat kirin.
Nerîman Behrem derbarê vê yekê got ku dîzaynerên Rûdawê li gorî standardên cîhanî kar dikin û postên wan watedar in û ne wekî dîzaynerên din in ku bi awayekî herêmî kar dikin.