Nêçîrvan Barzanî ji Îranê re sersaxî xwest: ‘Em…
Hewlêr (Rûda) – Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê ji serkirdayetiya Komara Îslamî ya Îranê û kes û karên qurbaniyên teqîna li Bender Ebasê ya Îranê xwest.
Li Bendera Şehîd Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê yê parêzgeha Huzmuzgana Îranê teqîneke mezin çêbû û herî kêm 5 kes mirin û zêdetirî kesî jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser teqînê peyameke sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî rêberiya Komara Îslamî ya Îranê û malbat û kesûkarên qurbaniyên teqîna îro ya li Bendera Şehîd Recayî ya li bajarê Bender Ebasê dikin. Di vê xemgîniyê de em hevsoz û hevxemên we ne.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, “Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku canê qurbaniyan şa bike û tenahî û dilaramiyê bide hemûyan.”
Nêçîrvan Barzanî hêviya zû başbûna ji birîndaran re û selametî û aramiyê ji bo gelê Îranê xwest.”
Îro şemî li bajarê Bender Ebas, navendê parêzgeha Hormuganê ya li başûrê Îranê teqîneke mezin rû da.
Serokê Rêxistina Hawarhatin û Komeleya Heyva Sor a Îranê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku ji ber teqîna îro ya Bender Ebasê 5 kes mirine û 516 kesên din jî birîndar bûne.