Çand û Huner

Pirtûka helbestan ‘Çilk û Çîk’ ji Pall Weşanê…

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka ewil a Mahsûn Reşçelan bi navê “Çilk û Çîk” ji Pall Weşanê derket.

Pirtûka “Çilk û Çîk” a  Mahsûn Reşçelan pirtûkeke helbestan e.

Pirtûk ji 36 helbestan pêk tê û edîtoriya wê Yehya Omerî kiriye.

Ev helbesta Mahsûn Reşçelan li berga pirtûkê cih digire:

ez navê te bilêv dikim hê jî,

lewra xwê û nan li min nas e

ez bêhna te seh dikim hê jî,

lewra xuy û xudan li min nas e

 

bûme xwe û xulam

serederiyê li bûnê nakim

deriyên te yên li ser piştê

yek bi yek digirim,

 

têmê cem te,

te tenê nahêlim…

Mahsûn Reşçelan kî ye?

Ew 22yê Tîrmeha 1995an li navçeya Qulpê ya parêzgeha Îdirê ji dayîk bûye.

Li zanîngeha Hacettepeyê ji beşa ziman û wêjeya Tirkî der çûye û hevdem zimanê Farisî jî li heman zanîngehê xwendiye.

Her wiha li zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê bi rêya perwerdeya dûrsaziyê kursa mamostetiya Kurmancî û ya fêrbûna Zazakî/Kirmanckî qedandiye.

Mahsûn sala 2020î, li Sêyemîn Festîvala Navneteweyî ya Çand û Hunerî ya Yilmaz Guney, di para pêşbirka helbesta Kurmancî de bû hevxelatgirê Xelata Yilmaz Guney.

Li Keyaniya Yekbûyî, li bajarê Dùn Èideanna paytexta Albayê dijî û xebatên xwe yên zimanî û wêjeyî li wir dibe sêrî. Edîtorî û wergêriyê dike seba Kovara Herdî.



Source link