Nuçe

Bernameya cenaze ya Sirri Sureyya Onder diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê roja yekşemê li Stenbolê bê oxirkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, canê xwe ji dest da. 

Bernameya cenazeyê ya Sirri Sureyya Onder diyar  bû.

Cenazeyê Onder dê 4ê Gulanê li Stenbolê bê oxirkirin.

Hûrgiliyên bernameya cenazeyê bi vî awayî ne:

Roja yekşem saet 11:00an  dê li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKMy) çalakiyek bibîranînê were lidarxistin.

Piştî nimêja esrê dê li Mizgefta Şîşliyê nimêja cenaze were kirin.

Piştre cenaze dê li Goristana Zincirlikuyê were veşartin.



Source link