Nuçe

Mesrûr Barzanî: Onder di xurtkirina biratiya Kurd…

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî ji bo Sirri Sureyya Onder de got, “Di xurtkirina biratî û yekitiya navbera gelên Kurd û Tirk de roleke aktîv û sereke lîstiye.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder mir.

15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.

Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.

Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an miriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mirina Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên siyasetmedarê navdar û parlamenterê berçav ê DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Surya Onder re dixwazim.

Sirri Sureya Onder dostê dêrîn ê gelê Kurd û têkoşerekî navdar ê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê bû û di xurtkirina biratî û yekitiya navbera gelên Kurd û Tirk de roleke aktîv û sereke lîstiye.

Xwedê rihê wî bi bihûştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû her kesî.”



Source link