Çand û Huner

Rûdawê jiyana Marûf Xeznedar kir belgefîlm

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê li ser jiyan û berhemên nivîskar û lêkolînerê Kurd Marûf Xeznedar belgefîlmek amade kir.

Navê belgefîlmê “Marûf Xeznedar; sengîn wekî zinarekî” ye.

Belgefîlm berhema 2025an a Tora Medyayî ya Rûdawê ye û Sîrwan Rehîm, derhêner û prodûserê wê ye,Diyar Mercan jî montaja belgefîllmê kiriye.

Belgefîlm dê îşev saet 21:00an bê weşandin.

Belgefîlm bi şêwazekî nû, wêneyekî zindî yê Xeznedar ji bo bîneran derdixe holê.

Çîroka mirovekî ye ku di zehmetirîn demên dîroka neteweya xwe de, çiraya edeb û zanistê bilind girtiye.

Berhem tîrêjê davêje ser qonaxeke jiyana Xeznedar, ew jî rola wî di guherandina sîstema perwerdeyê, afirandinên wî yên edebî, xebatên wî ji bo zindîhiştina çanda Kurdî û têkoşîna wî ji bo parastina nasnameya Kurdî.

Fîlm nirxandineke kûr e ji bo jiyana Xeznedar di çarçoveya qonaxeke dîrokî ya dijwar de.

Serdemek e ku wekî ku di fîlmê de hatiye gotin: “Derbendeke tije bahoz û newaleke tijî mergesat” bû ji bo gelê Kurd.

Li gel belgefîlmê, pirtûkek bi heman navî hatiye weşandin ku babetan bi awayekî kûrtir û berfirehtir şîrove dike û derfeteke zêrîn e ji bo kesên ku dixwazin zêdetir ji çîroka vî kesayetiyê mezin ê Kurd fêm bikin.

Belgefîlm ne tenê tomarkirina jiyana kesayetiyekî navdar e, belkî belgeyeke girîng e li ser qonaxeke hestiyar a dîroka ziman û edebiyata Kurdî.



Source link