
AMED – Li ser mirina masiyan dest bi lêkolînê hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di gola avdana ajelan de gelek masî mirin û ji bo zelalkirina sedema wê dest bi lêkolînê hat kirin.
Li gundê Çinarê yê navçeya Çinarê piştî mirina masiyan li ser agahdarkirina welatiyan, tîmê Parastina Jîngeh, Xweza û Ajelan û tîma girêdayî Birêveberiya Şaxa Berhemên Avê û Masîvaniyê çûn cihê bûyerê û wan li golê lêkolîn kir.
Tîman nimûneyên masiyan ji Enstitûya Berhemên Avê ya Xarpêtê û nimûneya avê jî bo Rêberiya Laboratuwarê ya Xorakê ya Amedê şandin.
Piştî lêkolînan dê sedema mirina masiyan derkeve holê.