AMED – Dê heta yekşemê baran bibare
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barana ku dibare dê heta roja yekşemê berdewam be.
Her wiha ji ber egera lehiyê hişyarî hatiye dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.
Li gorî pêşbîniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pileya germahiyê 2 heta 4 pileyan kêm dibe û li çend herêman dê baran bibare.
Li parêzgeha Amedê serê sibehê baranê dest pê kir û tê pêşbînîkirin ku heta roja yekşemê bidome.
Ji bo parêzgehên Dêrsim û Çewlîgê jî hişyariya baranê hat dayîn.
Her wiha ji doh ve li parêzgehên Colemêrg û Şirnexê toz dibare û dem bi dem ba û bahoz radibin.