Spor

Bafil Talebanî: Ez tîma Dihokê ji dil û can pîroz…

Hewlêr (Rûdaw) – Bafil Talebanî got, “Ez tîma Dihokê ji dil û can pîroz dikim û kêfxweş im ku cara yekem tîmeke Kurdistanê û Îraqê dibe şampiyonê Kupaya Kendavê.”

Dihok şeva borî di maça fînalê ya Kupaya Kendavê de bi Qadisiyeya tîma Kuweytê re lîst.

Tîma Dihokê 2-1 zora Qadisiyeyê bir û bû şampiyon.

“Ev serkeftina Dihoka rengereng cihê serbilindiya me ye”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî:

“Ev serkeftina Dihoka rengereng cihê serbilindiya me ye û pîrozbahiyên germ li alîgir û tîma Dihokê û hemû Kurdistaniyên hêja dikim.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da zanîn, serkeftina Dihokê wan han dide ku piştgiriyeke zêdetir ji qada werzişê re were dayîn da ku tîmên Kurdistanê di vê qadê de pêşeng bin.



Source link