Nuçe

Ayşegul Dogan: Nameyên Ocalan gihiştin Qendîl,…

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê eşkere kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji KCKyê, serkirdayeyên Rojavayê Kurdistanê û rêxistina PKKyê ya Ewropayê re 3 name şandine.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî bidawîbûna civîna Komîteya Navendî ya Partiyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Ayşegul Doganê destpêka axaftina xwe de tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şermezar kir û ragihand ku ev kiryar “komployek e.”

Ayşegul Doganê diyar kir ku gelê Wanê li hemberî qeyûm derketiye û got:

“Em bi taybetî silavan li wan kesan dikin ku dibêjin ‘deng û îradeya min’ û ji bo parastina îradeya xwe bêyî ku guh bidin şert û mercan, sar û seqemê, berf û baranê bi awayekî demokratîk radiweste.

Her çi qasî rastî êrişên tund tên û hêzên ewlehiyê bi darê zorê wan digirin û şkenceyê li wan dikin jî, dev ji vê yekê bernadin.”

Ayşegulê daxuyand ku DEM Partiyê li Wanê 14 navçe û navenda bajêr bi dengên gel bi dest xistibû û piştî wê êrişên li dijî vê destpêkiribûn.

“Îradeya gel xesp dikin”

Berdevka DEM Partiyê behsa polîtîkayên dewletê yên li Wanê jî kir û got:

“Bi rastî hewl dan ku dest deynin ser wan şaredariyan û dest dynin ser hemû destkeftiyên gelê Wanê, dengên bi sedan hezaran mirovan tune bihesibînin û ji hin komên rantê re bên pêşkêşkirin.

Ev ne tenê bi vî aliyî ve sînorkirî ye ji ber ku qeyûm dibe wateya ku li şûna nûnerê gel waliyekî, ango nûnerê dewletê tê anîn.

Ji sala 2016an ve hewl didin tiştê ku di sandoqê û hilbijartinan de bi dest nexistine bi rengekî cuda bi dest bixin.”

Ayşegul Doganê amaje bi pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha domand:

“Binêrin, desthilata dewletê gelo di vê mijarê de dixwaze pêvajoyeke çareseriyê ava bike? Ev pirs ji Tekîrdagê heta Şirnexê tê pirsîn.

Bi zimanên cuda tê pirsîn lê xelk xwedî heman nîgeraniyê ye. Dixwazin biryardariyê bibînin.

Dixwazin bizanibin armanc çi ye û rastiyê bibînin. Dixwazin nebûna ewlehiyê were sererastkirin.

Her wiha dipirsin ‘gelo amadehiyek heye ku pêvajoyê bixe ser rêyeke huqûqî û siyasî?’

Birêz Ocalan berî çend mehan peyamek şandibû. Pişt re peyamên ku ev yek bi awayê curbicur berfirehtir dikirin jî hatin.

Eger amadehiyeke siyaseta demokratîk heye, çima qada siyaseta demokratîk bi vî awayî tê dorpêçkirin?

Ji me tê pirsîn ‘bi operasyon, komploya dadgehê û gef û tehdîtên li hemberî kesên ne ji wan re dê çawa çêbibe?’

Divê wezaretên têkildar û rayedar bersiva wan kesan bidin ku dipirsin, bêyî ku şert û mercên xebatê yên azad werin afirandin dê Birêz Ocalan çawa beşdarî van nîqaşan bibe?

Berdewamkirina helwesteke wisa ku tê de ev nîqaş ne li welatê me ye û ev nîqaş eleqeya wezîr, rayedar û birêvebirên vî welatî eleqedar nake, ne mimkun e.”

“Birêz Ocalan name şandine”

Wê eşkere kir ku piştî hevdîtina bi Ocalan re nameyên Ocalan gihiştine Qendîl û Rojavayê û wiha got:

“Ez dixwazim derbarê vê de rasterast agahiyan bidim. Belê, nameya Birêz Ocalan hem gihiştin Qendîlê, hem Ewropayê û hem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên têkildar.

Wan bi xwe jî ragihandin. Me jî ev yek piştrast kir. Name gihiştiye rayedarên KCKyê li Qendîlê, rayedarên HSDyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û KCDK-E û KNKyê li Ewropayê.

Em dixwazin were zanîn ku ji xeynî Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ti têkiliya me ya li Îmraliyê tune.”



Source link