Nuçe

Bafil Talebanî li ser peyama Ocalan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser peyama Ocalan got, “Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê vê peyamê bi destpêk û qonaxeke giring dibîne.”

Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî piştî vê yekê got:

“Em pêşwaziyê li peyama Abdullah Ocalan dikin û bi bawer in ev peyameke berpirsiyarane û pêwîst a vê qonaxê ye.

Em piştevanê xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Hemû peyama Bafil Talebanî bi vî rengî ye:

“Em pêşwaziyê li peyama Abdullah Ocalan dikin û bi bawer in ev peyameke berpirsiyarane û pêwîst a vê qonaxê ye ji bo yekxistina rêzên Kurdayetiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li ser bingeh û jiyaneke hevpar ji bo avakirina paşerojeke geştir û aramtir ji bo gelê me.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê vê peyamê bi destpêk û qonaxeke giring dibîne û wek erkeke netewî ya berpirsiyar, piştevanê vê peyamê û serxistina her gav û projeyekê ye ku giyana jiyana hevpar û biratiyê di navbera Kurd û Tirkan de pêş ve bibe.

Em hêvîdar in em hemû bi hev re vê bangê qebûl bikin û gavên pratîkî ji bo gihiştina aştiya giştî û vê firsenda dîrokî wenda nekin ku Serok Mam Celal kevirê bingehîn ê wê ji sala 1993yan ve daniye.

Me her tim gotiye, em piştevanê xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.”



Source link