Bakirhan: Nêzîkbûna li hemberî girtiyên nexweş,…
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser rewşa girtiyên nexweş bi taybetî Mehmet Emîn Çam rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girtin û got: “Nêzîkbûna li beramber girtiyên nexweş, neynika nêzîkbûna li pirsgirêka Kurdam, demokrasî û hiqûqê ye.”
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene şeva 16ê Nîsana 2025an li girtîgeha navçeya Qubînê ya Êlihê krîza dil derbas kir.
Piştre hêzên ewlehiyê Mehmet Emîn Çam rakir nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê dilê xwe hate anjiyokirin.
Lê hêzên ewlehiyê Çam bi destên kelemçekirî bir nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jî beşek ji pişkînên ku jê re hatin kirin bi kelemçeyê hatin kirin.
Belavbûna wêne û dîmenên girtiyê 73 salî yê Kurd li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnan û piraniya siyasetemdar û çalakvanan li ser medyaya civakî ew wêne belav kirin û daxwaza berdana wî kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî şeva borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di peyamekê de nerazîbûn li hember helwêsta hêzên ewlehiyê ya li beramberî girtiyê nexweş nîşan da û li ser rewşa wî derbarê pêvajoyê de rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girtin.
“Ti aliyekî hiqûqî, wijdanî û mirovî yê vê yekê nîne”
Bakirhan di peyama xwe de got: “Mehmet Emîn Çam, li girtîgeha Qubînê ya Êlihê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Anjiyo bû, pişkinînên wî jî bi kelemçeyê hatin kirin. Di demekê de ku divê bê berdan, lê di navbera girtîgehê û nexweşxaneyê de bi kelemçeyê diçe û tê.
Ti aliyekî hiqûqî, wijdanî û însanî yê vê yekê nîne. Nêzîkbûna li beramber girtiyên nexweş, neynika nêzîkbûna li pirsa Kurd, demokrasî û hiqûqê ye.”
Tuncer Bakirhan banga berdana hemû girtiyên nexweş kir û got:
“Ti hinceteke derbarê vê zilmê de ku li girtiyên nexweş tê kirin ne rewa ye.
Di serî de Mehmet Emîn Çam, divê hemû girtiyên nexweş ên giran demildest û bi awayekî bilez bên berdan.”
Mehmet Emin Çam, Batman Beşiri cezaevinde kalp krizi geçirip hastaneye kaldırıldı, anjiyo oldu, tetkikleri dahi kelepçeli yapıldı. Şu anda tahliye edilmesi gerekirken cezaevi ile hastane arasında kelepçeli bir şekilde mekik dokuyor. Bu yaşananların, hukuki, vicdani ve insani… pic.twitter.com/WERqufIoYd
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) April 19, 2025
Mehmet Emîn Çam dema serokê rêxistina Sêrtê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû, 12ê Kanûna 2012an bi îdiaya “Endamtiya Meclisa Bajar a KCKyê” hat girtin.
10 meh piştre jî bi daxwaza darizandina negirtî hate berdan. Lê piştre Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê dan wî.
Piştî ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, Çam 14ê Adara 2022yan hat girtin.
Çam 1ê Nîsana 2025an birin Girtîgeha Tîpa Tyê ya Qûbînê hat birin.
Nexweşiyên Mehmet Emîn Çam
Li girtîgehê di mejiyê girtiyê 73 salî de tumor hate destnîşankirin.
Her wiha 27ê Gulana îsal jî krîza dil derbas kiribû û anjiyo bû û neçar e ku di tevahiya emrê xwe de dermanan bi kar bîne.
Mehmet Emîn Çam di heman demê de nexweşê gurçikan e û du caran hatiye emeliyatkirin. Tevî vê jî di gurçikên wî de kîstên nû çêdibin.
Di heman demê de Çam emeliyata kataraktê jî bûye û nexweşiyên wî yên wek miyop û astîgmatê hene.
Guhê rastê yê Çam jî baş nabihîze û rexê wî yê çepê felc bûye û bi zehmetî dimeşe.
Mehmet Emîn Çam di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (ÎHD) de cih digire.