HSD û YPJyê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî…
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Şamê kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelefê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kir.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemedê li ser hesabê xwe yê Xê biryara Hikûmeta Sûriyeyê şermezar kir.
Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) jî ragihand ku erkdarkirina kujerekî wekî Hatim Ebû Şeqra ya di postên hestyar ên Sûriyeyê de nayê qebûlkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) her wiha anî ziman:
“Tawankarekî ku ji bo cezakirinê tê xwestin û li ser asta navneteweyî hatiye cezakirin, pêwîst e bikeve zîndanê.”
Seroka Partiya Sûriyiya Paşerojê Hevrîn Xelef roja 12ê Çiriya Pêşîn a 2019an li ser rêya Til Temir-Eyn Îsayê di otomobîla xwe de rastî êrişeke komên çekdar hat û li gel 7 hevalên xwe yên din canê xwe ji dest da.
Hatim Ebû Şeqra ji şehîdkirina Hevrîn Xelefê û 7 rêhevalên berpirsiyarê sereke bû.
Ebû Şeqra fermandarê koma çekdar a bi navê Ehrar el Şerqiyeyê bû ku bi ser Tirkiyeyê ve bû.
Ew ji aliyê Amerîka û Ewropa ve wekî terorîst tê naskirin.
Amerîkayê ragihandibû ku çekdarên koma Ehrar el Şerqiyeyê, ji tawanên wekî kuştin, revandin, şkence û destbiserdegirtina mal û mulk berpirsiyar in û bi van sedeman ceza bi ser wê komê de sepandibû.
Niha Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Hatim Ebû Şeqra wekî fermandarê lîwaya 86an a Dêrezor, Reqa û Hisîçayê tayîn kiriye.
Hevrîn Xelef xelka herêma Dêrikê bû û sala 2018an wekî Sekretara Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê hatibû hilbijartin.
Hevrîn Xelef bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan dihat naskirin.