Dadgehên Îraqê bi rêya online bi jinên Êzidî re…
Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo sûdmendbûna ji yasaya rizgarkiriyên jin û keçên Êzidî û şahidîdana li ser sûcên DAIŞê heta niha hevpeyvîn bi 120 jin û keçên Kurdên Êzidî yên li derveyî welat re hatiye kirin.
Rêvebira Kar û Barên Rizgarkiriyên Êzidî ya Wezareta Kar û Kar û barê Îraqê Serab Îlyas ji Rûdawê re ragihand ku “Her Êzidiyekî li her welatekî be, dikare daxwaza xwe pêşkêş bike. Ji 150 kesên ku daxwazî pêşkêş kirine, heta niha bi 120 kesan re hevpeyvîn hatiye kirin û tenê 30 kes mane.”
12ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji bo cara yekem bi şêweya vîdeo-konferansê ji Nînovayê, hevpeyvîn bi jin û keçên Êzidî yên li derveyî welat re hatiye kirin.
Pêvajo bi serokatiya Dadgeha Bilind a Nînovayê/Dadgeha Lêkolînê ya Elquşê û bi hevahengî bi Wezareta Derve ya Îraqê/Rêveberiya Mafên Mirovan re tê birêvebirin da ku hêsankarî ji bo wan jinên Kurd ên Êzidî were kirin ku li derveyî welat dijîn.
Pêncşema her hefteyekê hatiye diyarkirin û dadwerek li Elquşê bi rêya vîdeo-konferansê hevpeyvînan bi jinên Êzidî re dike ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûne û niha li derveyî welat dijîn.
Hevpeyvîn li Almanya û Fransayê tên kirin. Li gorî Rêvebirê Karûbarên Rizgarkiriyên Êzidî li Wezareta Kar û Karûbarê Îraqê, ev hevpeyvîn li balyozxane û konsolxaneyên Îraqê tên rêkxistin.
Ji ber ku beşeke mezin a Êzidiyan li Almanyayê dijîn, hevpeyvîn li Balyozxaneya Îraqê ya Berlînê û Konsolxaneya Îraqê ya Frankfurtê tên rêkxistin û li Fransayê jî li Parîsê tên sazkirin.
Parlamentoya Îraqê Yasaya Hejmar 8 a Jinên Rizgarkirî yên Êzidî pejirandiye. Li gorî yasayê, divê hemû kesên ji destê DAIŞê rizgarbûyî werin qerebûkirin.
Serab Îlyasê di derbarê rizgarkiriyên Êzidî de got, “Ew jinên ji destê DAIŞê rizgarbûyî wekî mûçeya mehane 800 hezar dînarî distînin.”
Li gorî gotina Serab Îlyasê, dadwer her pêncşemê dikare bi 3 heta 5 kesan re hevpeyvînê bike û hevpeyvînên wan jinên ku demeke dirêj di destê çekdarên DAIŞê de mane gelekî dem digirin.
Di êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê ya 3yê Tebaxê 2014an de, DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzidî şehîd kirin û 6 hezar û 417 kes jî revandin.
