Demîrtaş bangî karkeran kir: Em dê bi hev re li…
Stenbol (Rûdaw) – Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş, bi minasebeta 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û diyar kir ku ew dê bi hev re li ber xwe bidin.
Selahattîn Demirtaş got, “Heta mafê ked û kedkaran were standin, heta ev pergala kedxwariyê were hilweşandin, heta ku bi aramiya civakî re sîstemeke demokratîk were avakirin, em dê hemû bi hev re li ber xwe bidin.”
Li Meydana Kadîkoyê ya Stenbolê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) bi minasebeta 1ê Gulanê Roja Cîhanç ya Karkeran mîtîngek saz kir.
Tevî baranê bi sedan kes bi diruşme û pankartên tevlî mitîngê bûn.
Di pîrozbahiyê de ku nûnerên sendîkayan axaftin kirin, peyamên Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê di Girtîgeha Mermereyê de û Selahattîn Demirtaş hatin xwendin.
“Bijî 1ê Gulanê”
Selahattîn Demirtaş bang li hemû kedkaran û karkeran kir û got:
“Em ji dilê xwe silav û evîna xwe dişînin ji bo hemû kedkarên ku bi hinceta ked û piştgiriyê li hev kom bûne.
Em dizanin ku li her derê cîhanê ku kedxwarî û zilm hebe, teqez li wir berxwedan jî heye.
Heta mafê ked û kedkaran were standin, heta ev pergala kedxwariyê were hilweşandin, heta ku bi aramiya civakî re sîstemeke demokratîk were avakirin, em dê hemû bi hev re li ber xwe bidin.
Bi vê hincetê, em 1ê Gulanê ya hemû kedkaran pîroz dikin û hêvî dikin ku em di rojên azad de hev bibînin. Bijî 1ê Gulanê.”