Nuçe

Dema lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdan…

Hewlêr (Rûdaw) –  Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku sibe dê dema lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdan were eşkerekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina konferanseke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Konferansa  Neteweyî ya aliyên siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dihat çaverêkirin 18ê Nîsanê bihata lidarxistin lê ew hatibû hat bipaşxistin.

Berdevkê ENKSyê  Feysel Yûsif ragihand ku dema wê konferansê dê sibe were eşkerekirin.

Li aliyê din Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Perwîn Yûsifê jî ew agahî ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re piştrast kir.

Li gorî Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdan ên li Rojava li ser roja lidarxistina Konferansa Neteweyî li hev kiriye.

Perwîn Yûsifê diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ku di navbera hemû aliyan de navbeynkariyê dike, dê sibe dîroka lidarxistina kongreyê eşkere bike.

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd Çiriya Paşîn a 2024an ji bo lidarxistina Kongreyeke Neteweyî dest bi danûstandinan kiribûn.



Source link