Nuçe

ENKS: Ciwanên ku vedigerin Efrînê tên girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ragihand ku nêzîkî 3 hezar malbat neçar mane ji taxên Kurdan ên Helebê vegerin Efrînê û hêzên Sûriyeyê hinek ciwan girtine.

Şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê koçberiyeke nû da destpêkirin.

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen îro ji Rûdawê re ragihand ku bi alîkariya xêrxwazan wesayît ji bo wan Kurdan hatine dabînkirin ku neçar mane taxên xwe biterikînin.

Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li her du taxan 6ê vê mehê dest pê kiribûn.

Ehmed Hesen got, “Me di nava du rojên borî de pêşwazî li zêdetirî 3 hezar malbatan kir ku neçar man ew her du taxên Helebê biterikînin û vegerin Efrînê.”

Piştî ku komên çekdar ên Ereb bi piştgiriya Tirkiyeyê Efrîn dagir kiribû, beşek ji şêniyên Efrînê neçûbûn cîhên xwe û li taxên Helebê bi cih bûbûn.

Hêzên ewlehiyê ciwanan digirin

Berpirsê ENKSyê yê Efrînê bal kişand ser metirsiya li ser ciwanan û got:

“Dema koçber dixwazin vegerin Efrînê, li xalên kontrolê yên asayîşa hikûmeta Sûriyeyê tên kontrolkirin û hinek caran bi hinceta lêpirsînê ciwan tên girtin.”

Hesen da zanîn ku doh çend ciwanên Kurd hatine girtin û wiha pê de çû:

“Piştî şopandina me derket holê ku hinek ji wan hatine berdan lê hinek ji wan hîn di girtîgehê de ne.”

Li Efrîn û derdora wê gelek komên çekdar hene û tê gotin ku tevlî Artêşa Sûriyeyê bûne lê berpirsên Kurd didin zanîn ku hîn hinek kom hene serbixwe tevdigerin û guh nadin hikûmetê.

Kurdên Efrînê deriyên xwe vekirin

Beşeke zêde ya mal û milkên Efrîniyan ji aliyê “Erebên hawirde” ve hatine dagirkirin û vegeriyayî nikarin biçin malên xwe.

Ehmed Hesen li ser bicihbûna koçberan jî got:

“Yên ku vedigerin piraniya wan diçin gundan. Eger mal û milkên wan neyên dayîn jî ew li cem xizmên xwe yên li gundan dimînin.”

Hesen diyar kir ku kesên vegeriyane heta niha rûbirûyî pirsgirêkên mirovî nebûne û got:

“Komên xwebexş hatine avakirin da ku pêşwaziya wan bikin û xwarin û pêdiviyên bijîşkî bidin wan.”

Li gorî amara dawî ya ku Encumena Tenduristiyê ya Eşrefiye û Şêx Meqsûdê îro daye Rûdawê, 8 kesan canê xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne.



Source link