HEWLÊR – Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Dengê…
Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Dengê Jinên Bêsînor li Hewlêrê tê lidarxistin
Ji gelek welatên cihanê nûnerên gelek rêxistinan jinan tevlî konferansê bûne û dê konferans 2 rojan berdewam bike.
Berpirsa Konferansê Şeyda Hîsamiyê tevlî Bultena Hîwa Cemal bû û li ser konferansê got, “Li Rojhilata Navîn ku ketiye nava şer û nakokiyan û mafên mirov û jîngehê bûne qurbaniyên van nakokiyan, dengê jinan gelekî bibandor e ji bo îstîqrar û aştiyê.”
Konferans bi piştgiriya Hikûmeta Fransayê û bi amadebûna 60 jinên xwedî deng û xwedîbandor ji Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Ewropayê tê lidarxistin.
Şeyda Hîsamiyê got, “Em dixwazin di rêya dengê van jinan de qala pêdivî û pirsgirêkan bikin û dawî jî bikaribin encamên gotûbêjên van du rojan li ber çavan raxin.”
“Herêma Kurdistanê welatê herî aram bû”
Wê serperiştyarê li ser sedema hilbijartina Hewlêrê ji bo lidarxistina konferansê jî wiha got:
“Me çend welat hilbijartibûn lê ji ber şer û nakokiyên li herêmê hene, îro Herêma Kurdistanê tenê cih e ku em bikaribin bi azadî û di aramiyê de, dengê jinên welatên şer wekî Filîstîn, Libnan, Yemen û Sûriyeyê tê de kom bikin û wan mijarên hestiyar bixin nîqaş bikin.
Em dixwazin di rêya konferansê de pêdiviyên jinan û herêmê di vê rewşê de bibihîzin û di dawiyê jî de encamê wekî raporeke pêşkêşî Hikûmeta Fransayê bikin.”
Konferansê de dê mijarên wekî mafên mirov, guherîna avhewayê, hişê çêkirî û bandora wan a li ser jinan û rola jinan a di wan waran de bên gotûbêjkirin.