Heyeta DEM Partiyê li Rojavayê Kurdistanê MSD…
Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta DEM Partiyê ku çend roj in li Rojavayê Kurdistanê ye birêvebiriya Meclisa Sûriyeya Demokatîk (MSD) ziyaret kir.
Heyeta DEM Partiyê ku ji Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Endamê Komîteya Birêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê û di çarçoveya “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” ji 24ê vê mehê ve li Rojavêyê Kurdistanê ye, pêwendî û serdanên xwe yên ji bo aliyên siyasî didomîne.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku heyeta DEM Partiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa birêvebiriya Meclisa Sûriyeya Demokatîk (MSD) ziyaret kiriye.
Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Hevseroka MSDyê Leyla Qereman, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Cizîrê ya MSDyê Hisên Ezam, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Gel a MSDyê Hesen Mihemed Elî û Endama Konseya Serokatiyê ya MSDyê Diyala Henan ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî” de nirxandin hatin kirin û heyeta DBP û DEM Partiyê behsa “Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê kir.
Li gorî zanyariyan, heyeta DEM Partiyê piştî serdana xwe ya MSDyê, hevdîtînên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bi dawî anîne û dê vegere Bakurê Kurdistanê.
Şandeya Partiya DEM’ê ku Hevserokê me yê Giştî Keskîn
Bayindir jî di nav de ye, bi rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokatîk re hevdîtinpêk anî. Di hevdîtinê de li ser sernavkên rewşa Rojhilata Navîn, Yekitiya
Kurdan û rojeva siyasî ya Tirkiyê nirxandin hatin kirin.
***
Heyetê… pic.twitter.com/HzRBY1d2iq— DBP (@DBP_GenelMerkez) April 29, 2025