Nuçe

Ji ber êrişa mêşên hingiv 816 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê mêşên hingiv êrişî keriyê pez kir, pez hev pêpez kir û 816 serî mih mirar bûn.

Doh bi qasî 4 hezar pez û berxên Çetîn Naral ber bi zozanan ve diçûn.

Dema keriyê pez di navbera gundên Heqmihemed û Axaverê de ji cihê ku 200 kewarên mêşên hingiv lê bûn derbas bû, mêşên hingiv êrişî kerî kir.

Ji ber êrişa ji nişka ve pez û berxên kerî ji tirsan belav bûn û hinek ketin ketin valahiya herka avê û wan pê li hev kir.

Di encama vê karesatê de 816 serî pez mirar bûn.

Tîman dest bi lêkolînê kir

Piştî bûyerê, tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Îdirê ji bo tesbîtkirina zererê çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolîn û hejmartina tîman de hat ragihandin ku bi giştî 816 serî pez mirar bûne.

Li dûrî cihê niştecihbûnê çalek hat vedan û pezên mirar ji bo ku nebin sedema nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê bi komî hatin binaxkirin.

Her wiha 5 kesên ku di dema êrişa mêşên hingiv de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.



Source link