
Li Amedê bi çekê êrişî parêzerekî hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê êrişî parêzerekî endamê Baroya Amedê kir û ew birîndar kir.
Li Amedê duh kesekî bi çekê êrişî parêzerê Baroya Amedê Yasîn Îçlî kir û ew birîndar kir.
Êriş li ofîsa hevalekî Îçlî ya parêzeriyê pêk hat.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan parêzerê birîndar bir nexweşxaneyê.
Li gorî zanyariyan, kesê êriş kiriye di dosyeyeke qezaya trafîkê de aliyê beramber e ku Yasîn Îçlî dişopand.
Êrişkar berî niha jî gef li parêzerê navborî xwariye û wî parêzerî derbarê mijarê gilî kiriye.
Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya Yasîn Îçlî baş e û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkarê ku reviyaye xebat daye destpêkirin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.
“Em dê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin”
Abdulkadîr Guleç got, “Hevpîşeyê me parêzer Yasîn Îçlî, dema ku li ofîsa hevalê xwe yê parêzer bû rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû.
Em hêviya silametiyê jê re dixwazin û vê êrişa xirab a li dijî parêzeran û pîşeya parastinê bi awayekî herî tund şermezar dikin.”
Serokê Baroya Amedê ragihand ku ew dê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin da ku hemû aliyên bûyerê bên zelalkirin û got:
“Wekî baro em li cihê bûyerê ne. Em bangî saziyên dadî dikin ku ji bo destnîşankirina kiryaran û pêkanîna dadê demildest erkê xwe bikin.”