Nuçe

Li Amedê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe kuşt û xalê wê birîndar kir.

Li taxa Şêx Şerafedînê ya navçeya Karazê, şeva borî di navbera M.D. û hevjîna wî O.D. û xalê hevjîna xwe A.T. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de M.D. bi tifingê gule li hevjîna xwe O.D. û xalê wê A.T. reşandin.

O.D.yê li cihê bûyerê mir û A.T. jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê A.T. bir nexweşxaneyê.

Kujer M.D. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.



Source link