Li Bakurê Kurdistanê berf û baran didome
Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf, baran û bayê gur da.
Wê saziyê bangî welatiyan kir ku li hemberî pêşhatên neyinî yên keşûhewayê tedbîran wergirin.
Nexşeya nû hat belavkirin
Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşeya rewşa keşûhewayê ya Tirkiye û ya Bakurê Kurdistanê belav kir.
Li gorî nexşeyê, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf, baran û bayê gur tê pêşbînîkirin.
Welatî hatin agahdarkirin da ku li hemberî karesatên xwezayî baldar bin.
Hişyariya barana dijwar û şilopeyê
Birêvebiriyê destnîşan kir ku îro ji demjimêrên nîvro û pê ve û sibe baraneke dijwar tê pêşbînîkirin.
Ev hişyarî ji bo parêzgehên Erdexan, Erzingan, Erzirom, Qers, Agirî û Çewligê hat dayîn.
Li derdora Erdexanê baran dê veguhere şilope û berfê.
Li parêzgehên wekî Erzirom, Qers û Agiriyê jî li herêmên nizm baran lê li lûtkeyên çiyan berf û şilope dê bibare.
Her wiha hat ragihandin ku dibe ku barana bi birûsk jî li van herêman bibare.
Li Bedlîs, Wan û Colemêrgê bahoz
Li gorî daxuyaniya birêvebiriyê, dê li parêzgehên Bedlîs, Wan û Colemêrgê bayekî pir xurt rabe.
Ba tê çaverêkirin ku ji aliyê başûr û başûrê rojava ve rabe.
Ev bahoz dikare bibe sedema firandina banên xaniyan û şikandina daran.
Her wiha dibe ku bibe di çûn û hatinê de bibe sedema astengiyan.
Pêdivî bi tedbîrên giring heye
Saziya Keşnasiyê bangî hemû welatiyan kir ku li hemberî metirsiyên wekî lehî û birûskê amade bin.
Her wiha li hemberî bagerên bi hêz banga wergirtina tedbîran hat kirin.
Ji bo cihên bilind û navçeyên çiyayî jî hişyariya aşûtan jî hatiye dayîn.
Tê pêşbînîkirin ku ev pêla baranê û rewşa xirab a keşûhewayê heta dawiya hefteyê bidome.
