Li Hevseroka Şaredariya Dêrsimê 5 meh ceza hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê 5 meh cezaya girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê birî.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 22yê Çiriya Paşîn a 2024an hevserokên Şaredariya Dêrsimê yên DEM Partiyî ji kar dûrxistin û li şûna wan qeyûm danî.
Piştî danîna qeyûm li Dêrsimê xwenîşandanên nerazîbûnê dest pê kir û di navbera xelkê û hêzên ewlehiyê de alozî derketin.
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan 22yê Çiriya Paşîn a 2024an ji ber axaftinên xwe yên dema xwenîşandanan hat desteserkirin û cezaya girtîgeha malê lê hat birîn.
Rûniştina doza ku derbarê Bîrsenê hat vekirin îro li Dadgeha Yekemîn Ceza ya Dêrsimê hat kirin.
Dadgehê gotinên wê yên “dagirkerî” û “tekoşîn”ê yên dema protestoyên qeyûm wekî metirsiyê qebûl kirin 5 meh ceza lê birî.
Bîrsen Orhan bi xwe beşdarî rûniştina dozê nebû lê parêzerên wê li dadgehê amade bûn.