
Nêçîrvan Barzanî: Tiştê ku li Tirkiyeyê ji bo…
Silêmanî (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî li Foruma Silêmaniyê got, “Tiştê ku di vê dema dawî de li Tirkiyeyê ji bo aştiyê derketiye holê, pêvajo û derfeteke dîrokî ye, em bi her awayî û piştgiriya xwe ya ji bo biserxistina wê ducare dikin.”
Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.
Forum mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.
“Aştî hêz e û aştîxwazî rêbaza kesên xwedî bawerî û bi hêz e”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî forumê bû û bi van gotinan peyama aştiyê da:
“Aştî hêz e û aştîxwazî rêbaza kesên xwedî bawerî û bi hêz e. Di aştiyê de ti kes û alî têk naçin, hemû bi ser dikevin û welatên herêmê geş dibin. Hêza aştiyê ji hêza hemû şeran mezintir e.
Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî aştîxwaz in. Her dem û li her derê tîrêjek ji bo aştiyê hebe, gelê Kurdistanê her tim bi hêvî pêşwazî lê kiriye.
Divê her kes û rêxistineke siyasî ya Kurdistanê, baweriya wê bi wê rêbaz û daxwaza gelê Kurdistanê hebe.”
Barzanî ducare kir ku ew piştgiriyê “pêvjoya aştiyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ew bi rengê “derfeteke dîrokî” pênase kir.
Axaftina Nêçîrvan Barzanî a li Foruma Silêmaniyê bi vî rengî ye:
“Ez pir kêfxweş im ku em îro bi hev re li bajarê berdilk û kevnar ê Silêmaniyê, beşdarî vê forumê dibin. Silêmanî her dem çiraya ronahiya bîr û çandê û pirrengiya siyasetê û keleheke bilind a welatparêziyê bûye.
Foruma Silêmaniyê, bûye mînbereke girîng ji bo gotûbêj û dan û standina bîr û ramanan derbarê mijarên herêmî û navneteweyî.
Destxweşiyê li birayê xwe yê hêja cenabê Dr. Berhem Salih û hemû organîzatorên vê forumê û Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê dikim. Ez piştrast im ku di dewlemendkirina gotûbêjan li ser pirsgirêkan û dariştina ramanên dahênerane ji bo dan û standina bi aloziyan re dê encamên baş ji foruma we hebin.
Amadebûyên rêzdar,
Îro ev forum di demekê de tê lidarxistin ku komek guherînên mezin ên jeopolîtîk cîhanê li xwe digirin ku ev yek jî xwezaya têkiliyên navneteweyî diguherîne û dibe ku di hin hevsengiyên herêmî û cîhanî de guherînan çêbike.
Şer û pevçûnên li cihên wekî Ukrayna û Xezeyê û berfirehbûna rikberiya aborî ya hêzên mezin, hemû bandorê li ser herêma me jî dikin.
Di heman demê de, cîhan niha rûbirûyî gelek dijwariyên hevbeş dibe, bi taybetî di warê guherîna avhewayê de ku metirsiyên li ser ewlehiya xwarinê, koçberiyê, terorê û gelek metirsiyên din çêdike û gefan li dema niha û pêşeroja cîhanê û mirovahiyê dixwe.
Ev bandor li gelek deverên Îraqê bi zelalî ji me re diyar e û ji ber nemana avê, bi hezaran kes neçar mane cihê niştecihbûna xwe biguherin.
Em li Herêma Kurdistanê bi girîngiya hevkariyê û karê hevbeş û hevahengiya navneteweyî bo rûbirûbûna van dijwariyan bawer dikin.
Em wisa dibînin ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariya xwe ya hevbeş li hemberî pirsên cîhanî bigire ser xwe ku ji bo hemû mirovahiyê girîng e.
Di nav van hemû dijwariyan de, cihê kêfxweşiyê ye ku em li herêmê rûdanên erênî jî di berjewendiya pêkanîna aştiyê de dibînin.
Tiştê ku di vê dema dawî de li Tirkiyeyê ji bo aştiyê derketiye holê, pêvajo û derfeteke dîrokî ye, em bi her awayî pêşwazî û piştgiriya xwe ya ji bo serxistina wê ducare dikin.
Ev derfetek e ji bo bihêzkirina aramiyê li navçeyê û vekirina rûpeleke nû ya hevkariya avaker ku dê sûdê bigihîne hemû herêmê.
Aştî hêz e û aştîxwazî rêbaza kesên xwedî bawerî û bi hêz e. Di aştiyê de ti kes û alî têk naçin, hemû bi ser dikevin û welatên herêmê geş dibin. Hêza aştiyê ji hêza hemû şeran mezintir e.
Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî aştîxwaz in. Her demê û li her dera ku tîrêjek ji bo aştiyê hebe, gelê Kurdistanê her tim bi hêvî pêşwazî lê kiriye.
Divê her kes û rêxistineke siyasî ya Kurdistanê, baweriya wê bi wê rêbaz û daxwaza gelê Kurdistanê hebe.
Cihê kêfxweşiyê ye ku hemû partî û aliyên Kurdistanî li ser daxwazên aştiyane yên çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê hemfikr in, ji bo wê mebestê gavên baş avêtine bi yekkirina daxwazên xwe.
Em hêvîdar in ku bi hikûmeta Sûriyeyê re karibin Sûriyeyeke demokratîk û dabînkera mafê hemû netewe û pêkhateyan ava bikin ku bibe çavkaniya aramiyê ji bo herêmê.
Pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê rengvedana hemû pêkhateyên welat be û bêyî cudahî mafên hemûyan tê de parastî bin.
Birêzno,
Herêma Kurdistanê her dem çespandiye ku faktoreke aramî û îstiqrarê ye û dikare roleke erênî û girîng di bihêzkirina ewlehî û aştiya herêmê de bilîze.
Li vir em pabendiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya vê rolê, bi rêya bihêzkirina peywendiyên me li gel welatên cîran û civaka navdewletî, li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş, dûpat dikin.
Baweriya me ya temam bi hevtemamkirina Herêma Kurdistanê û Îraqê û welatên herêmê bi hev re heye ji bo aramî û bipêşvebirina berdewam di hemû waran de.
Hevkarî û pêkvekarkirina Herêma Kurdistanê û Îraqê û ya her duyan li gel welatên cîran û herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo pêkanîna aştiyê ya bi rêya dîplomasî û gotûbêjan, derfetên mezin li ber gelan û welatên navçeyê ji bo niha û dahatûyeke baştir vedike.
Geşbûna Herêma Kurdistanê wekî beşeke ji Îraqê girêdayî aramiya Îraqê ye, bipêşketina Herêma Kurdistanê jî hêzeke mezin e ji bo Îraqê.
Zêdetir ji sed salên derbasbûyî pir bi zelalî tekez kir ku piştguhxistin û înkarkirina mafên Kurdan û gelê Kurdistanê, ji bilî şer û malwêranî û kambaxî û bipaşketinê ji bo herêmê û gelên herêmê, ti encama din jê re nebûye û nabe.
Rabirdûyê wane û pendeke dîrokî ya bi nirxekî giran pêşkêşî me kir, ew jî ev e: Hewldana bêhûde ya tunekirina miletekî bi dehan milyon ê li Rojhilata Navîn ku li ser axa xwe ya resen û welatê xwe dijî, qet aramî û seqamgîriyê ji bo herêmê nayîne lê berevajî, her dem herêmê li beramberî çarenûs û cureyên rûdanên tirsnak dihêle.
Ji ber vê yekê piştî wê rabirdûya tehl, em wisa difikirin ku êdî dema wê yekê hatiye ku awireke cidî li vê mijarê bê dayîn. Em hemû li vê herêmê bi giyanê pêkvejiyanê, tifaq, qebûlkirina hev, hevkariya hevbeş û pêkvejiyana aştiyane û dilxwazane, destê dostaniyê dirêjî hev bikin û aştiyeke herheyî pêk bînin.
Aştiyek, dahatûyeke ronîdar ji bo nifşên niha û dahatû yên hemû miletên navçeyê misoger bike. Dahatûyeke ku tê de ev navçe bibe navendeke girîng a cîhan û mirovahiyê.
Ji bo vê mebestê, li hemû wn welatên ku Kurd û neteweyên din bi hev re lê dijîn ku pêwendiyên dîrokî û dêrîn ên hezaran salan bi hev re hene, derfet amade ye û rewş guncav e ji bo ku di her welatî de li gorî rewş, xweza û taybetiya xwe, di çarçoveya sînorê wan welatan de, bi diyalog, têgihiştin û aştiyê, pirsgirêk bên çareserkirin û aramî û seqamgîriya herheyî bên bidestxistin da ku hemû bi hev re berê xwe bidin dahatûyeke dilniya û bê tirs.
Kurd yek ji neteweyên resen û mezin ên herêmê ne. Bi aştiyê, rola Kurdan di bipêşketina navçeyê de gelekî bihêz dibe, her wiha welatên herêmê dibin xwedî hêzeke gelekî zêdetir.
Amedebûyên hêja,
Li vir, li Herêma Kurdistanê, em pêbendbûna xwe ya berdewam bi destûra Îraqê wekî çarçoveyeke ku têkiliyên me bi hikûmeta federal a Bexdayê re rêk dixe, tekez dikin.
Em bawer in ku destûr bi prensîbên federalîzm, pirdengî û hevbeşiyê, mafên hemû pêkhateyên Îraqê bê cudahî û bi rasteqîne garantî dike.
Bi spasiyeke mezin ji bo hewlên Serokwezîr Birêz Mihemed Şiya Sûdanî, di dema borî de bipêşketinên berbiçav di çareserkirina pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin dîtin.
Nêrîna Birêz Sûdanî ya di bihêzkirina hevkariyan û kêmkirina nakokiyan de, nêrîneke rast e ji bo çareseriyê. Li vir ez teqez dikim ku yasaya vegerandina milkdariyê bi lez were bicihanîn û komîteya cîbicîkirina Madeya 140î ya Destûra Îraqê were aktîvkirin.
Em dê gotûbêjên avaker ên li gel hikûmeta federal bidomînin ji bo gihîştina çareseriyên daîmî ji bo hemû pirsgirêkan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên Îraqê bi hemû pêkhateyên wê bike û maf û destkeftiyên destûrî yên hemûyan misoger bikin.
Gelî Kurdistaniyên hêja,
Amadeyên birêz,
Di rewş û astengiyên niha yên herêmê de, divê Parlamana Kurdistanê çalak be, ji bo vê jî erkê herî li pêş ê PDK, YNK û aliyên serkeftî yên hilbijartî yên Parlamentoya Kurdistanê ye ku bilezînin û çi zûtir e kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Hikûmetek bersiva daxwazên welatiyan be û karibe wekî pêwîst miameleyê li gel pêşhat û astengiyan bike.
Her di vê boneyê de dixwazim careke din, bi germî pîrozbahiyê li xelkê xweşewîst ê Helebceyê bikim ji bo parêzgehbûna bajarê wan.
Ez wan piştrast dikim ku em dê hemû kar bikin ji bo ku em vê yekê bikin derfeteke din ji bo xizmetkirina zêdetir a Helebce û xelkê herêmê.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de tîma futbolê ya Dihokê jî pîroz kir ku şeva borî 2-1 zora Qadisiyeyê bir û bû şampiyonê Kupaya Kendavê.