Nuçe

Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya…

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û teyrokê da.

Li gorî daxuyaniya meteorolojiyê li dora Erzirom, Çewlîg, Mûş û Agiriyê û bakurê Amedê barana gur û teyrok tê payîn.

Xelkê wan bajaran hatin hişyarkirin ku li hemberî lehî, rabûna avê, birûsk û bahozê baldar û tedbîrên pêwîst wergirin

Li Qersê ji ber lehiyê xanî û axuran xisar dît

Li aliyê din, li navçeya Zarûşadê ya Qersê piştî barana gur lehî rabû û hin xanî û axuran xisar dît.

Di lehiya ku amûrên çandiniyê jî ixsar dîtin de xelkê hewl da ku avê biavêjin..

Li herêmê bandora barana gur dewam dike.



Source link