Li Hisîça û Kobaniyê hilbijartin: Kurd dê çend…
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li parêzgeha Hisîçayê û bajarê Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, ji bo Parlamentoya Sûriyeyê hilbijartin tên kirin.
Li aliyê din, hinek partiyên siyasî van hilbijartinan boykot dikin.
Her wiha heta niha 4 Kurd wekî parlamenter hatine hilbijartin.
Sîstema parlamentoyê û belavbûna kursiyan
Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 kursiyan pêk tê. Ji van kursiyan 140 bi hilbijartineke sînordar tên destnîşankirin.
Her wiha 70 kursî jî rasterast ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve tên destnîşankirin.
Heta niha çarenivîsa 126 kursiyan hatiye diyarkirin.
Ji bo 14 kursiyên mayî jî îro li herêma Cizîrê û Kobaniyê hilbijartin tên kirin da ku 13 kursî werin diayrkirin.
Di hilbijartinên îro de rikeberî li ser van kursiyan e:
Bajarê Kobaniyê: 2 kursî
Parêzgeha Hisîçayê: 9 kursî (Bajarê Hisîçayê: 3 kursî, Qamişlo: 4 kursî, Dêrik: 2 kursî).
Dîvê were gotin ku kursiyeke Serê Kaniyê meha Çiriya Pêşîn hatibû diyarkirin.
Piştî bidawîbûna pêvajoyaîro, tenê parêzgeha Swêdayê dimîne.
Swêda xwedî 3 kursiyan e û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Parlamenterên Kurd ên niha
Di encama hilbijartinên heta niha de, 4 parlamenterên Kurd çûn Parlamentoya Sûriyeyê.
Ew parlamenter ev in:
Rengîn Ebdo (Efrîn)
Mihemed Sîdo (Efrîn)
Seîd Şêx Zade (Efrîn)
Omer Xerîbo (Ji navçeya Sifêrayê ya ser bi Dêrhafira Helebê ve)
Rexneyên li ser hejmara kursiyan
Çavdêrên siyasî balê dikişînin ser encamên muhtemel.
Eger Kurd li Kobaniyê 2 kursiyan û li herêma Cizîrê jî 4 kursiyan bi dest bixin, dê bi giştî bibin xwedî 10 nûneran.
Lê belê ev rêje rastî gelek rexneyan tê. Tê gotin ku li gorî nifûs û xebata Kurdan, mafê wan e ku zêdetirî 40 kursiyan li parlamentoyê bistînin.
Çavdêr destnîşan dikin, neheqiyeke mezin e ku Kurd tenê ji bo 10 kursiyan di nava 210 kursiyan de şerê man û nemanê bikin.
