Nuçe

Li Qers, Şirnex û Erdexanê berf bariya

Li Qers, Şirnex û Erdexanê berf bariya

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêmên bilind ên parêzgehên Şirnex, Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê berf bariya.

Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê di rojên dawî yên biharê de berf bariya.

Li herêma Feraşînê ya Elkê ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 metre ye, danê sibehê baran bariya.

Barana gur pişt re cihê xwe da berfê.

Xelkê herêmê ji ber berfê ajelên xwe ji goman dernexistin û nebirin çêrê.

Rêya Erdexanê spî bû

Li herêmên bilind ên Erdexanê jî hewa sar bû û berf bariya.

Barana ku li navenda bajêr dest pê kiribû, li cihên bilind veguherî berfê.

Bi barîna berfê re herêmên çiyayî yên rêya Erdexan û navçeya Şavşatê parêzgeha Artvînê ya Tirkiyeyê spî bûn.

Tîmên Rêyan li herêmê berf paqij kir û xwê reşand.

Zeviyên çandiniyê di bin berfê de man

Li parêzgeha Qersê jî meha Gulanê berf bariya û sir û seqemê dest pê kir.

Barana li bajêr cihê xwe da berfê û Derbenda Xanan bi temamî spî bû.

Gundên li cihên bilind û zeviyên çandiniyê yên nû hatine çandin di bin berfê de man.

Hespên ku li xwezayê hatibûn berdan, dema ku di nav berfê de diçêriyan hatin dîtin.

Li herêmên bilind ên van parêzgehan barîna berfê didome.



Source link