Nuçe

Li Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê toz bariya

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê barîna tozê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li Mêrdînê û çend navçeyên wê toz bariya û ji ber barîna toza zêde asta dîtinê kêm bû û hewa qirêj bû.

Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê avahiyên dîrokî, otomobîl, pencere û balkonên xaniyan di nava tozê de man.

Dem bi dem baran jî bariya û toza ku bariya bû herî.

Li aliyê din, li parêzgehên Sêrt û  Şirnexê jî toz bariya û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li navçeya Silopyayê piştî tozbarînê herî bariya, bi taybetî herî ket ser banên otomobîlan.

Welatiyan hewl da otomobîlên xwe ji heriyê paqij bikin û hinekan jî otomobîlên xwe birin navendên şuştina otomobîlan.

Tê pêşbînîkirin ku tozbarîna li Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û beşek ji parêzgehên din ên derdorê heta 10ê Nîsanê berdewam bike.

Pispor bi taybetî hişyariyê didin zarok, kal û pîran û kesên ku nexweşiyên wan ên bêhnvedanê hene heta ku neçar nebin dernekevin derve.



Source link