Nuçe

Mexmûr – Dema zayîna xezalan e lê tên nêçîrkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvanên başûr û naverasta Îraqê ji bo nêçîrkirina xezalan tên Mexmûrê û xezalên kuvî yên Mexmûrê nêçîr dikin.

Şikayetên xelkê Mexmûrê yên li ser nêçîra xezalan gihiştin Wezareta Jîngehê ya Îraqê.

Nûnerê Gundiyan Devera Mexmûrê Xazî Feysel li ser nêçîrvaniya xezalan serî li Wezareta Jîngehê ya Îraqê da û şikayetên xelkê gihandin wezaretê.

Li gorî gotina Xazî Feysel ew nêçîrvan ji bajarên navendî û başûrê Îraqê tên herêmê da ku xezalên kuvî yên Mexmûrê nêçîr bikin.

 Xezalên vê herêmê li berpala Çiyayê Qereçux û Deşta Qeracê dijîn ku ew der valahiyeke ewlehiyê ye di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa   Îraqê de.

Xazî Feysel, xelkê wê herêmê ye û wekî Nûnerê Gundiyan Devera Mexmûrê serdana Wezareta Jîngehê ya Îraqê kiriye da ku rê li ber nêçîrkirina xezalan bigire.

“Ji bajarên başûr û naverasta Îraqê tên”

Xazî Feysel ji Rûdawê re got, “Kesên ku ji bajarên navendî û başûrên Îraqê tên û otomobîlên bi plaka wan bajaran bi kar tînin li wê herêmê xezalan dikujin. Niha dema zayîna xezalan e.”

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Paşîn a 2017an, ew herêma di navbera Hewlêr û Nînowayê de bûye valahiyeke ewlehiyê.

Nûnerê Gundiyan Devera Mexmûrê di berdewamiyê jî de got, “Wezareta Jîngehê ya Îraqê ji parêzgeha Nînowayê re name şandiye ji bo parastina van xezalan û me jî bi Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê re jî gotûbêj kiriye ku hefteya bê dê tedbîrên pêwîst bistînin.”

Li gorî yasayên Îraqê, her kesê ku nêçîra neyasayî bike dê bi 10 milyon dînaran were cezakirin.

Rêvebirê Jîngehê yê Nînowayê Sînan Subhî Elî ji Rûdawê re got: “Em haydar in ji vê pirsgirêkê û me ji hikûmeta xwecihî re name şandiye da ku ew jî bi Fermandariya Oerasyonên Hevbeş re biaxivin.”

Navê wê cûreya xezalên Mexmûrê “Rîm” e û hejmara wan di navbera 350 û 400î de ye.

Li gorî gotina Rêvebirê Jîngehê yê Nînowayê, yek ji çareseriyên parastina van xezalan, avakirina parkeke neteweyî ye ku cihekî xwezayî ye ji bo parastina heywanên kûvî.



Source link