Mezlûm Ebdî spasiya Trump kir
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê biryara Trump a rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê got, “Ji bo biryara wî ya rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê ku dê bandorek erênî li ser welêt bike em spasiya Donald Trump dikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdi ragihand ku birêveberiya wî biryar daye ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.
Trump her wiha got, “Dema wê hatiye ku em şansekî bidin Sûriyeyê û hêviya bextekî baştir ji we re dixwazim.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser biryara Serokê Amerîkayê daxuyaniyek da.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji bo biryara wî ya rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê ku dê bandorek erênî li ser welêt bike em spasiya Donald Trump dikin.
Em hêvî dikin ku ev gav dê ji bo piştgiriya aramî û jinûveavakirinê were bikaranîn û ji bo hemû Sûrîyeyiyan paşerojek baştir were misogerkirin. Sûriye her tim hêjayî ya herî baş e.”
نشكر رئيس الولايات المتحدة الأميركية دونالد ترامب @POTUS على قرار وقف العقوبات المفروضة على سوريا، لما له من أثر إيجابي على البلاد.
نأمل أن تُستثمر هذه الخطوة في دعم الاستقرار وإعادة البناء، بما يضمن مستقبل أفضل لكافة السوريين.
سوريا تستحق الأفضل دائماً.— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 13, 2025
