Nuçe

Parlamenterê AK Partiyê: Bila li Amedê dayik bêne…

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Salîm Ensarîoglu ragihand ku pêvajoya aştiyê dema ku Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên leşkerên Tirkiyeyê li Amedê bên cem hev dê temam bibe.

PKKyê 9ê Gulanêl eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. 

Tê pêşbînîkirin ku PKK encamên kongreyê eşkere bike û piştî wê jî pêvajoya çekberdana PKKyê dest pê bike.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Salîm Ensarîoglu berî biryara xwefesixkirinê ya PKKyê, bi helkefta Roja Dayikan bangeke balkêş kir.

Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Roja Dayîkan pîroz kir ev bang kir:

“Demeke ku welat ji rojên dîrokî derbas dibe, Roja Dayîkan îsal wateyeke taybet heye.

Em li ber keş û hewaya aştiyê ne ku bi dehan salan e li bendê ne û di vê pêvajoyê de dayîkên me bedelên herî mezin dan.

Her çi qas alî nêzîkî dawîanîna şer û pevçûnên 40 salî bûbin jî ez di wê baweriyê de me ku bi dilê dayikan aştî dê pêk were.”

“Em dayîkan li Amedê bînin cem hev”

Ensarîoglu anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi organîzasyoneke ku Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên leşkerên Tirkiyeyê li Amedê bîne cem hev dê temam bibe.



Source link