Nuçe

Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li gundê Guherzê yê navçeya Amediyê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Goran Dêrsim, Xebat Bawer û Egîd Botan li gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her sê gerîlayan jî di encama kemînekê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê gerîlayên navborî berî canê xwe ji dest bidin 21ê Sibatê dema li ser erkê xwe bûn, di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê de birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Xebat Bawer: Navê wî yê fermî Yilmaz Erdemcî ye û ew ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye û 21ê Sibata 2025an li gundê Guherzê yê Amediyê canê xwe ji dest daye.

Egîd Botan: Navê wî yê fermî Armîn Kuwik e û ew ji bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 21ê Sibata 2025an li gundê Guherzê yê Amediyê canê xwe ji dest daye.

Goran Dêrsim: Navî wî yê fermî Hemed Hasan Nuweydîs e û ew ji bajarê Til Koçerê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 21ê Sibata 2025an li gundê Guherzê yê Amediyê canê xwe ji dest daye.



Source link