Nuçe

Necat Zanyar: Em dê mafê çarenivîsa Kurdan bînin…

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê û nivîskar Necat Zanyar diyar kir ku ew dê mafê çarenivîsa Kurdan bînin rojeva cîhanê.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê doh resepsiyona damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat lidarxistin.

Di resespsiyonê de bi zimanê Kurdî û Fransî deklerasyon û armancên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hatin eşkerekirin.

Gelek nivîskar, akademisyen, nûnerên siyasî û nûnerên saziyên Diyasporayê tevlî resepsiyonê bûn.

Yek ji berpirs û damezrînerên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar bû mêvanê Bultena Rûdawê û li ser armancên enstîtuyê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Zanyar diyar kir mu Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di Çiriya Paşîn a 2024an de li Swîsreyê hatiye tomarkirin,

Berpirsê enstîtuyê li ser armanca damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê got:

“Lozan di dîroka Kurdistanê de xwedî wateyeke sembolîk e. Li vî welatî peymanek hatiye çêkirin û li gorî vê peymanê Kurdistan li ser 4 welatan hatiye parçekirin û bêdewletiya Kurdan hatiye tekezkirin.

Ji bo ku em bikarin li dijî vê sîstema înkarê tê bikoşin me pêwîst dît ku Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ava bikin.”

“Me xwest yekbûna Kurdistanê temsîl bikin”

Zanyar ragihand ku komîteya enstîtuyê ji 5 kesan pêk tê û wiha pê de çû:

“Endamên komîteyê ji 5 kesan pêk tê. Yek ji wan xanimeke ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Xanimek ji Başûrê Kurdistanê, bijîşkekî ji Rojavayê Kurdistanê û em 2 kes jî ji Bakurê Kurdistanê ne di komîteyê de cih digirin.

Bi vî awayî me xwest yekbûna Kurdistanê bi awayekî sembolîk jî destnîşan bikin.”

Nivîskar Zanyar di berdewamiyê jî de got,”Gelek akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar piştgiriyê didin enstîtuya me.

Her wiha maldar û sermayedarên Kurd jî dixwazin ev enstîtu xwe birêxistin bike û bi awayekî serkeftî karê xwe bike û piştgiriyê didin enstîtuyê.

Akademîsyen û civaka rewşenbîr a Swîsreyê jî piştgiriyê dide enstîtuya me.”

Her wiha Zanyar amaje pê kir ku nivîskar û rojnamevana Swîsreyî û hevjîna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Nureddîn Zaza, Gilberte Favre endama rûmetê ya enstîtuyê ye.

Zanyar li ser xebatên pêşerojê yên enstîtuyê wiha got:

“Di salvegera Peymana Lozanê de di Tîrmeha 2025an de em dê komxebeteke navneteweyî pêk bînin.

Di vê komxebatê de em dê nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnasên Kurd tevlî vê komxebatê bikin.

Em dê di konferansê de meseleya çarenivîsa Kurdan, paşeroja Kurdan nîqaş bikin û em hêvî dikin ku di vê komxebatê de nêrîneke neteweyî derkeve pêş û dê encamên wê ji cîhanê re deklere bikin.

Em dê piştgiriya xwendekarên Kurd bikin da ku tezên xwe yên masterê û doktorayê binivîsin.

Yek ji armancên me ew e ku Kurdî li Swîsreyê bibe zimanê perwerdeyê. Em dê zimanê Kurdî biparêzin û bipêş bixin û dê xebatên me di vî warî de hebin.”

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate îmzekirin ev peyman di dîroka Kurdan de cihekî girîng digire.

Peyman di navbera Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanistan, Romanya û Yugoslayayê de hat îmzekirin.

Di vê peymanê de daxwazên Kurdan ên otonomî, serxwebûnê yên di asta navneteweyî de hatine nehatin naskirin û hatin piştguhkirin û Kurd wekî welatiyên Tirkiyeyê hatin qebûlkirin.

Bi vî awayî, nasnameya Kurdî di hiqûqa navneteweyî de nehat naskirin û rê li ber polîtîkayên asîmîlasyonê li Tirkiyeyê hat vekirin.

Piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî, bi vê peymanê sînorên Tirkiyeya hevdem hatin diyarkirin û Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de hat dabeşkirin. Ji wê demê ve Kurd ji bo nasîna mafên xwe yên çarenivîsê têdikoşin.



Source link