Nuçe

Nêçîrvan Barzanî cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe Cejna Serê Salê pîroz dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyamek belav kir û hêviya aramiyê kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Cejna sersala Êzidiyan li hemû welatiyên me yên Êzidî yên ku li Kurdistanê û li her dera cîhanê bin bi germî û ji dil pîroz dikim.

Hêvîdar im cejneke aram û tena derbas bikin û her sal hemû cejn û helkeftên wan û hemû Kurdistaniyan bi xêr û xweşî vegerin.

Di vê cejnê de careke din hemû xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em dê wekî her tim piştevan û parêzerên maf û daxwazên rewa yên wan û hemû pêkhateyên Kurdistanê bin.

Herêma Kurdistanê ji bo bo hemûyan dê her bimîne welatê bihevrejiyan, lêbûrîn û hevqebûlkirinê.

Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”



Source link