Nuçe

Nêçîrvan Barzanî: Mamoste pêşengên parastina…

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, di salvegera damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de pesnê rola “dîrokî û niştimanî ya mamosteyan” da û ragihand, “Mamoste her tim pêşengên parastina nasname, ziman û bihayên bilind ên gelê me bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salevgera 64emîn a damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji sekreteriya yekîtiyê û hemû mamosteyên Kurdistanê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku mamoste di serdema şoreşê de “çepera hişyariyê” bûn û di rojên dijwar ên piştî azadiyê de jî bi dilsozî û berxwedana xwe rê neda ku pêvajoya perwerde û hînkirinê raweste.

Nêçîrvan Barzanî mamoste wekî “stûna sereke ya her guherîn û bipêşketineke civakê” bi nav kir û anî zimên:

“Bipêşxistina şiyanên mamosteyan, veberhênana rastîn a di paşeroja nifşên me de ye.”

Piştgiriya ji bo daxwazên rewa

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de piştgiriya xwe ya ji bo mafên mamosteyan ducare kir û anî ziman:

“Ez careke din tekeziyê li hemû piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên wan ên rewa û dabînkirina jiyan û guzeraneke hêja ji bo mamosteyan dikim ku li gel erk, pêgeh û westiyana wan bigunce.”

Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê kir ku di dîroka xwe de her tim wekî “sîwaneke ji bo komkirina mamosteyan û parastina mafên wan” kar kiriye.



Source link