Nêçîrvan Barzanî: Welat Tahir di dema parastina…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevkarên Welat Tahir re xwest ku şeva borî di êrişa dronan a li ser Balafirgeha Hewlêrê de şehîd ket.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
“Welat Tahir di encama êrişeke terorîstî ya neheq û zalimane ya li Herêma Kurdistanê de şehîd ket.
Wî dema ku erka parastina ewlehiya welêt bi cih dianî canê xwe da.”
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji bo karmendên asayîşê yên ku di êrişê de birîndar bûne şifaya bilez xwest.
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Ez sersaxiyeke kûr ji malbat, xizm û hevkarên karmendê asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Şehîd Welat Tahir re dixwazim. Ez hevparê xema wan im.
Şehîd Welat di encama êrişeke terorîstî ya neheq û zalimane ya li Herêma Kurdistanê de şehîd ket.
Wî ev canê xwe di dema pêkanîna erka parastina ewlehiya welêt de da.
Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê şehîd bi bihişta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û xizmên wî.
Ez ji birîndaran re jî şifaya bilez dixwazim.”
Bi 10 dronan êrişî Hewlêrê hat kirin
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw şeva borî ragihandibû ku di encama êrişên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de karmendê asayîşa balafirgehê Welat Tahir canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha eşkere kir ku şeva borî bi 10 dronan êrişî bajarê Hewlêrê hatiye kirin.
