
Ocalan li ser kongreya PKKyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Abdullah Ocalan kongreya PKKyê silav kir û Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn.
Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, li ser banga Ocalan 12ê Gulanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe ya 12mîn li dar xist û biryar da ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.
PKKyê her wiha ragihand ku pêşengên tevgera wan Alî Haydar Kaytan û Riza Altun canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya PKKyê Alî Haydar Kaytan 3yê Tîrmeha 2018an û Riza Altûn jî 25ê Îlona 2019an canê xwe ji dest daye.
Abdullah Ocalan têkildarî kongreya PKKyê, Kaytan û Altun peyamek şand.
Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKKyê de hatine dayîn silav kir û ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun got ku ew dê her tim wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Peyama Ocalan wiha ye:
“Rêhevalên hêja,
Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun canê xwe ji dest daye.
Ez dê piştre bîranîna her du rêhevalan binirxînim û ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.
Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.
Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû wekî nirxên bingehîn ên îlhamê ew dê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin.
Di têkoşîna me de dê wekî rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.”