
Parlamenterê AK Partiyê: Erdogan dê li gorî…
Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê banga kongreya fesixkirinê û danîna çekan li rêxistina xwe kir.
Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç got, “Erdogan dê li gorî biryarên kongreya PKKyê gavan biavêje.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gotina serokê xwe li erdê neda û ew kongre saz kir.
Niha ji bo pêvajoya aştiyê çavê DEM Partiyê li gavên hikûmetê ye.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç got:
“Êdî di qada siyasetê û hiqûqê de ji bo ku ev pêvajo bi awayekî serkeftî pêş ve biçe pêwîst e gavên şênber ji aliyê desthilatê ve bên avêtin.
Êdî aliyekî pêwîstiyên xwe bi cih anîn.”
Heta niha ne zelal e ka dê Hikûmeta Tirkiyeyê piştî biryara kongreyê ya PKKyê çi gavan biavêje.
“Daxwazên Kurdan hene”
Hiqûqnas û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Dr. Vahap Coşkun ku di pêvajoya berê de yek ji endamên Desteya Aqilmendan bû ji Rûdawê axivî û gavên ku pêwîst e bên avêtin rêz kirin.
Hiqûqnas û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Dr. Vahap Coşkun anî ziman:
“Îro dewlet ji bo ku çek bi temamî biqedin, çi pêwîst e divê wê bike.
Dê çekan li ku deynin, ên çek berdan dê rewşa wan çi be, dê ji bo birêvebirên PKKyê kîjan yasa bên derxistin.
Dê ji bo Ocalan tasarufeke çawa bike, divê dewlet derbarê van de gavan biavêje.
Ji doza PKKyê gelek kes mehkûm bûne dê derbarê van çi biryar bê dayîn.
Dê bi kurahî li ser van hemûyan kar bikin.
Li aliyê din, meseleya Kurdan ne tenê meseleya çekan e.
Daxwazên Kurdan hene, ji aliyê destûra bingehîn ve daxwazên wan hene, ew dixwazin birêvebiriyên herêmî zêdetir bihêz bibin.
Ew dixwazin zimanê xwe hem di perwerdeyê de û hem jî di kar û barên dewletê de bi kar bînin.
Ji bo van jî ji niha û pê ve dê di nava siyasetê de têkoşîneke mezin bê dayîn.”
Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç ji Rûdawê re helwesta partiya xwe ya li ser kongreya PKKyê eşkere kir û ji bo gavên çaverêkirî amaje bi encam û biryarên kongreyê da ku biryar e PKK rojên pêş ragihîne.
“Ev gaveke gelekî mezin bû”
Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Faruk Kiliç da zanîn:
“PKKyê civîna xwe kir, ji xwe ev dû roj bûn berdewam dikir û temam bû.
Ev gaveke gelekî mezin bû ji bo bidawîbûna pirsgirekeke ku 50 sal in heye.
Gaveke mezin bû û em gelekî bi qîmet dibînin.
Têkoşîneke mezin hat kirin ji bo ku ev gav bê avêtin.
Em dê li benda biryarên wan bin ka çi ne.
Piştî ku ev biryar ji raya giştî re hat ragihandin, li gorî wê jî çi Serok Erdogan, çi AK Partî û çi jî dewlet dê gavekê li gorî van biryaran biavêjin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sala 1978an hat damezirandin.
15ê Tebaxa 1984an li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê guleya yekem li dijî artêşa Tirkiyeyê teqand.
Li gorî amarên ku Rojnameya Hurriyetê ya ji Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê wergirtine, ji 1984an heta 2024an 14 hezar û 902 kes di şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin ku 8 hezar û 486 kes ji wan leşker, polîs û cerdevan in.
Her wiha 21 hezar û 667 kes jî birîndar bûne û 16 hezar û 140 kes ji wan jî hêzên ewlehiyê ne.
Heman amar behsa candana zêdeyî 46 hezar endamên PKKyê jî dikin.
Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu sala 2023yan ragihand, di navbera salên 1984-2019an de xerciya rûbirûbûna Tirkiyeyê ya li dijî PKKyê ji bo aboriya wî welatî 3 trilyon û 423 milyar lîreyên Tirkî, bi wateyeke din 88,3 milyar dolarên Amerîkî bûye.
Soylu dibêje bi wî pereyî dikarîbû hezar balafirgeh, hezar nexweşxaneyên bajêr, hezar dibistan û 100 hezar kilometre rêyên duble bihatana çêkirin.
Niha çavê 85 milyon welatiyên Bakurê Kurdistanê li wê yekê ye avek bi vî agirî de bê dakirin ku 47 sal in hem ji canê wan û hem jî ji mal û nanê wan dixwe.