Nuçe

PDK û YNK behsa ducarekirina hilbijartinan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekê di ser hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê re û ji ber ku kabîneya nû nehatiye avakirin, PDK û YNK qala ducarekirina hilbijartinan dikin.

PDK vê yekê wekî çareserî dibîne lê YNK dibêje ku ducarekirina hilbijartinan pereyekî zêde dixwaze.

PDK: Hilbijartina pêşwext çareserî ye

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi bidestxistina 39 kursiyan di hilbijartina 20ê Çiriya Pêşîna 2024an de bûbû yekem, hilbijartina pêşwext wekî vebijêrkekê dibîne.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Ehmed Kanî îro di konferanseke rojnamegeriyê de li ser pêwendiyên bi YNKyê re axivî.

Wî diyar kir ku eger rewşa siyasî ya herêmê baş bibe, YNK û PDK dê careke din li hev bicivin.

Ehmed Kanî wekî rêya derketina ji vê krîzê got, “Eger em negihîjin ti encaman, em dê hilbijartina pêşwext bikin.

Dibe ku hilbijartina pêşwext bibe çareserî çimkî tiştên ku niha xelk pê dizane, berî hilbijartinê nedizanî.”

YNK: Em ji hilbijartinê natirsin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku xwediyê 23 kursiyan e, naxwaze pêvajoya siyasî vegere xala sifirê.

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got:

“Em ji ducarekirina hilbijartinê natirsin û rewşa me ji her du hilbijartinên borî baştir e lê ducarekirina hilbijartinê pereyekî zêde dixwaze.”

Sedî Pîre anî zimên ku li şûna xercîkirina pereyan ji bo hilbijartinê, “divê bi wan pereyan karmend werin tayînkirin, dibistan, nexweşxane û bendav ji bo xizmeta giştî werin avakirin.”

Pîre li ser şêwaza hikûmeta paşerojê jî tekez kir ku divê PDK û YNK tê de bin û hikûmeteke binpafireh be.

Wî her wiha hişyarî da ku tenê “nakokiyên navxweyî” dibin metirsî ji bo ser qewareyê Herêma Kurdistanê.

Mercên yasayî yên hilweşandina parlamentoyê

Hilweşandina parlamentoyê bi hinek mercan ve girêdayî ye.

Alîkarê Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê Hîwa Nesredîn ji bo Rûdawê du mercên sereke yên ji bo vê gavan diyar kirin:

1- Desthilata Serokê Herêma Kurdistanê: Eger di nava 45 rojan de rûniştina yekem neyê kirin û desteya serokatiyê neyê hilbijartin, Serokê Herêma Kurdistanê dikare biryara hilweşandina parlamentoyê bide.

2- Îstîfakirina bikom: Eger 51 parlamenter dest ji kar berdin, parlamento ji kar dikeve û tê hilweşandin.

Parlamenterên serkeftî yên xula şeşem roja 2yê Kanûna Pêşîna 2024an sonda yasayî xwaribû.

Amadehiya Komîsyonê û budceya hilbijartinê

Eger biryara hilbijartineke nû were dayîn, pêdivî bi amadehiyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê heye.

Serokê Tîma Medyayî ya Komîsyonê Îmad Cemîl ji Rûdawê re got, “Ji bo ducarekirina hilbijartinê ti pirsgirêk nîne lê budceyeke wekî ya carê borî pêwîst e ku nêzîkî 50 milyar dînarî bû.”

Her wiha Îmad Cemîl da zanîn ku ji roja biryargirtinê pê ve, pêdiviya komîsyonê bi 6 meh wext heye ji bo amadehî bibe.

Di hilbijartina 20ê Çiriya Pêşîna 2024an de PDK 39, YNK 23, Nifşê Nû 15, Yekgirtû 7, Helwêst 4, Komel 3, Bereya Gel 2, Hevpeymaniya Herêmê 1 û Tevgera Goranê 1 kursî bi dest xistibûn.



Source link