Rêya Wan û Şaxê ji ber lehiyê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber ku lat û zinar bi ser rê de hatin xwarê, rêya Wan-Şaxê ji her du aliyan ve hatiye girtin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barana zêde û helîna berfê bandoreke xerab li çûn û hatinê kir.
Li navçeya Şaxê ji ber bilindbûna asta ava çeman lehî rabû.
Ji ber helîna berfê û barana dijwar, menfez tijî bûn û xitimîn.
Ev yek bû sedem ku zinar û lat bi ser rêya bejahî de bên xwarê.
Ji bo ku ewlehiya çûn û hatinê nekeve metirsiyê, li ser rêya Wan-Şaxê tedbîrên pêwîst hatin wergirtin.
Rê ji her du aliyan ve hat girtin
Li ser rêya Şaxê, di navbera kîlometreyên 23 û 42yan de zinar û lat ketin ser rê.
Ji bo parastina ewlehiya trafîkê, rê ji demjimêr 21:00ê şeva borî ve li ber hemû wesayîtan hat girtin.
Hat destnîşankirin ku ji bo parastina can û malê welatiyan rê ji her du aliyan ve hatiye girtin.
Her wiha hat ragihandin ku dê di demeke nêzîk de li ser vekirina rê agahiyên nû werin belavkirin.
