Nuçe

Şaredariya Kobaniyê biryar da ku êdî hemû tabela…

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Kobaniyê biryar da ku êdî li kêleka zimanê Erebî tabelayên dikan û xwaringehan bi Kurdî jî werin nivîsandin.

Şaredariya Kobaniyê li ser biryara nivîsandina tabelayan a bi zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Kobaniyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Li ser pêşniyara Saziya Zimanê Kurdî ya Kobaniyê, Encûmena Şaredariya Kobaniyê û Hevserokatiya Şaredariya Kobaniyê, ev giştîname wisa tê weşandin:

1- Divê xwediyên hemû dikan û xwaringehên li bajarê Kobaniyê, sernavên dikan û xwaringehên xwe li rex zimanê Erebî, bi zimanê Kurdî binivîsin.

2- Divê xwediyên hemû dikan û xwaringehan herî zêde heta du mehan vê giştînameyê pêk bînin.”

Kobanî li hemberî navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye û piraniya şêniyên wê Kurdên ji eşîra Beraziyan in.



Source link