Nuçe

SEMSÛR: Kûçik bi keçeke 17 salî girt

Hewlêr (Rûdaw) Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê keçeke kûçikekî bi keçeke 17 salî girt û keçik birîndar bû.

Hat zanîn ku li Taxa Cumhuriyetê ya Semsûrê keça 17 salî ya bi navê Betûl Dogan dema dimeşiya kûçikekî malê êrişî wê kir û pê girt.

Li gorî zanyariyan Betul Dogan di êrîşa kûçik de birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya  Semsûrê.

Kêliyên êrîşa kûçik ji aliyê kameraya çavdêriyê ya dikanekê ve hatin tomarkirin.



Source link