Nuçe

Serok Barzanî: Hewlên Onder ên ji bo aştiyê cihê…

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî ji bo Sirri Sureyya Onder got, “Hewlên wî yên ji bo çareseriya aştiyê ya Tirkiyeyê cihê rêz û rûmeteke zêde ne.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder mir.

15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.

Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.

Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an mir.

Serok Mesûd Barzanî li ser mirina Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder gihîşt me.

Xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder ku Endamê Şandeya Îmraliyî jî bû, beşeke zêdeyê jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştiyane terxan kir û hewlên wî yên ber bi çareseriya aştiyê yên li Tirkiye cihê rêz û rûmeteke zêde ye.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost, heval û rêhevalên xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder û serkirdayetî û endam û alîgirên DEM Partiyê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jê razî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”



Source link